NY: Li Başûrê Xezeyê herêma ewle nîne, qadên mirinê hene

Neteweyên yekbûyî gotina 'Herêmên ewle' ku Îsraîl îdîa dike li başûrê Xezeyê ava kiriye, bi gotinên tund rexne kir.

Berdevkê UNICEF'ê James Elder anî ziman ku ev herêm veguheriye 'qadên mirinê' û got, "Gotina ku dibêje li başûr herêmeke ewle heye, xapandin e."

Elder ji b rewşa li başûrê welêt got, "Bombe bi rengekî metirsîdar têne avêtin, dibistanên ku weke stargehên demkî hatine diyarkirin bi rêk û pêk hildiweşin û kon jî bi rêk û pêk dibin hedefa bombardûmanên hewayî."

DI ÊRÎŞÊN ÎSRAÎLÊ DE HERÎ KÊM 22 KESÊN DIN HATIN KUŞTIN

Li aliyê din, di êrîşên Îsraîlê de ji sibeha Înê û vir ve li Xezeyê herî kêm 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, li taxa Sabra ya bajarê Xezeyê di êrîşê de sê jê zarok şeş kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bûn.

Li kampa penaberan a Nûseyratê jî di êrîşeke hewayî de herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.